Rûsyayê pasde gav avêt: Kîevê garantî da, em vedigerin!
PeyamaKurd – Kremlînê piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê vegera li Peymana Stenbolê ya veguhestina zadê Ukraynayê de, ragihand ku wan misogerîyên nivîskî ji rêveberiya Kîevê wergirtine û li peymanê vedigerin.
Erdogan dabû xuyakirin ku Wezîrên Berevaniya Tirkiye û Rûsyayê axivî ne li ser ku îro 2yê Mijdarê sewqîyata zadê Ukraynayê wê dewam bike.
Di daxuyaniya Kremlînê de jî hat gotin, “Me ji Kîevê misogeriya nivîskî wergirt, em li peymanê vedigerin.”
Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî daye xuyakirin ku wan ji Ukraynayê misogerî wergirtiye ku wê korîdora zad ji bo êrîşên dijî operasyonên Rûsyayê bikar neyînin.
Rûsyayê piştî êrîşeke artêşa Ukraynayê ya li ser bajarê Sîvastopol ê Kirimê, peymana hinardekirina zad a bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyê hatibû girêdan, dabû rawestandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin