Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê li nêzî xeta artêsa Tirk tetbîqata leskerî kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 2yê Mijdarê hêzên Rûsyayê bi helîkopter û balafirên şer li rojhilatê Eyn Îsayê û nêzî herêmên ku di bin kontrola Tirkiyê de tetbîqata leşkerî pêk anî.
Balafirên şer û helîkopter bi awayekî nizm li ser gundewarên rojhilatê navçeyê Eyn Îsayê û li ser xetên şer ên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê firiyan û bombeyên ronîkirinê avêtin.
Li gorî zanyariyan ev cara 3yemîn e ku tetbîqatên leşkerî ji aliyê hêzên Rûsyayê ve li nav erda Rojavayê Kurdistanê têne kirin.
Hêjayî gotinê ye, 31ê Cotmeha borî jî hêzên Rûsyayê bi beşdarbûna hêzên rejîma Sûriyê cara yekemîn tetbîqatên leşkerî yên hevbeş li gundewarên navçeya Til Temirê pêk anîbûn doh 1ê Mijdarê jî li gundewarên rojavayê Girê Spî tetbîqateke leşkerî hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin