Rûsyayê ji bo dewriyeyan hêza teqwiye sand Rojava

01 mijdar 2019 19:50
Rûsyayê ji bo dewriyeyan hêza teqwiye sand Rojava

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku wan beriya destpêkirina dewriyeyên hevbeş bi Tirkiyê re, 300 karmendên leşkerî û 20 wesayîtên zirxî şandine Rojavayê Kurdistanê.

Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmehê de, dê heta 10 km herêmên sînorî yên Rojavayê Kurdistanî polîsên leşkerî yên rûsî û leşkerên tirk dewriyeyan bigerînin.

Tê çaverêkirin ku herî kêm li 10 deveran polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyan bigerînin û hîn xebat li ser nexşeya dewriyeyan di navbera Tirkiyê de berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye, îro yekemîn dewriyeya hevbeş bi beşdariya hêzên rûsî û tirk li dorûbera Dirbêsiyê ya girêdayî Qamişloyê hat gerandin.