Rûsyayê êrişî Ukraynayê kir: 9 kesan canê xwe ji dest da
Di êrîşên hewayî yên ku ji aliyê artêşa Rûsyayê ve li ser bajarê Zaporizhzhia û herêma Dnipropetrovsk a Ukraynayê hatin kirin de, neh kesan canê xwe ji dest da û 24 kes jî birîndar bûn. Li Kîevê, di êrîşê de ew devera ku nexweşxaneya zarokan lê ye, zirar dît.
RûpelNews - Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Zaporizhzhia Ivan Fedorov, ragihand ku Rûsyayê di şevê de bi moşek û bombeyên rêberdar êrîşî bajêr kiriye.
Fedorov ragihand ku, li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 6 kesan canê xwe ji dest daye û 19 kes jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku piştî êrîşan, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li bajêr berdewam dikin.
Li Dnipropetrovskê sê kesan canê xwe ji dest da
Servîsa Rewşa Awarte ya Dewletê ya Ukraynayê her wiha ragihand ku li ser bajarên cuda yên herêma Dnipropetrovskê êrîşên hewayî hatine kirin.
Hat ragihandin ku di êrîşan de sê kesan jiyana xwe ji dest daye û pênc kes jî birîndar bûne.
Li Kîevê herêma ku nexweşxaneya zarokan lê ye zirar dît
Hat ragihandin ku Rûsyayê herwiha êrîşên mûşekî yên balîstîk li ser paytext Kîevê pêk anîne.
Hat eşkerekirin ku di êrîşê de herêma ku nexweşxaneya zarokan lê ye li navçeya Shevchenkivskyi zirar dîtiye. Rayedaran ragihandin ku li herêmê du çal çêbûneû pencereyên avahiya nexweşxaneyê û xeta gazê zirar dîtine.
Hat destnîşankirin ku tîmên gazê qutbûna gazê girtine û zarok û bijîjk di dema êrîşê de xwe spartine stargehê. Hat ragihandin ku di encama êrîşa li ser nexweşxaneyê de tu mirî û birîndar çênebûne.
Her wiha hat ragihandin ku di êrîşê de depoyek li Kîevê zerar dît û kesek birîndar bûye.
