Rûsyayê bi fuzeyê êrîsî îstasyona trênê ya tehlîyekirina sivîlan kir: Bi dehan kustî hene!

08 nîsan 2022 18:15
Rûsyayê bi fuzeyê êrîsî îstasyona trênê ya tehlîyekirina sivîlan kir: Bi dehan kustî hene!

PeyamaKurd-Artêşa Rûs êrîşî îstasyona trênê ya Ukraynayê kir, ji 39î zêdetir kuştî û ji 100î zêdetir birîndar hene. Zelenskiy ragihand ku Rûsan bi Moşeka Toçka-U êrîşî sivîlan kiriye.

Êrîş li îstasyona trênê ya Kramatorskê ya li rojhilatê Ukraynayê çêbûye û li gorî daxuyaniya yekemîn a Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy; li wê îstasyonê bi hezaran sivîl li benda neqilkirinê bûne û rastî êrîşê hatine. Zelenskiy got; “Rûs rêbazên xwe naterikînin. Ji ber ku hêza wan têrî me nake, êrîşî sivîlan dikin.”

Zelenskiy hişyarî da û got ku heger pêşî li vê xirabiya bêsînor neyê girtin, dê ew tu carî ranewestin.