Rûsyayê bersiv da gefên Tirkiyê yên operasyoneke nû bi ser Rojava de
19 mijdar 2019 22:37
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku îhtîmala operasyonên nû li ser Rojavayê Kurdistanê anîbû ziman daxuyanî da.
Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov li ser gotinên Çavuşoglu yên ‘Sozên ku dane bicih neanîn (Amerîka-Rûsya) çi pêwîst be emê bikin’ got ku wan hemû xalên rêkeftinê bicin anîne û wiha got:
“Em bi tehdîda destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî şaş man. Wê ev daxuyanî tenê aloziya li bakurê Sûriyê zêdetir bikin.”
Konaşenkov herwiha da zanîn ku daxuyaniyên bi wî rengî ne li gorî rêkeftina serokên Rûsya-Tirkiyê û îstiqrara tê çaverêkirin e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsyayê bilez bersiva gefên Erdogan da: Senaryoya herî xirab e!..
19 sbt 2020
Cîhan
Rûsyayê bersiveke tund da Tirkiyê: Em ti carî pasguh nakin!
21 îln 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin