Rêveberiya Xweser bersiva gefên Tirkiyê da

06 tebax 2019 17:01
Rêveberiya Xweser bersiva gefên Tirkiyê da

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser gefên Tirkiyê yên derbarê êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê û bi giştî herêmên li Rojhilatê Firatê de şermezar dike û ji civaka navdewletî dixwaze rê li ber êrîşa Tirkiyê bigire.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh Duşemî 5ê Tebaxê li bajarê Eyn Îsa bi hevserokên deste, ofîs û encûmenên rêveber ên Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Sivîl re civînek pêk anî. Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), General Mazlûm Ebdî, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk, Îlham Ehmed jî amade bûn.

Civînê bo dema 2 saetan dewam kir û têde geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê û gefên vê dawiyê yên Tirkiyê hatin gotûbêjkirin. Piştî bidawîhatina vê civînê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek belav kir.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de dibêje, armanca Tirkiyê tunekirina ezmûna Rêveberiya Xweser û aramî û pêkevjiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de ye, ku ew dê bi hemû pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî li hemberî van gefan rawestin û li ber xwe bidin.

‘JI BER GEFÊN TIRKIYE JIYANA 5 MILYONAN DIKEVE METIRSIYÊ’

Rêveberiya Xweser herwiha radigihîne, li navçeyên wan zêdetirî 5 milyon kes dijîn ku hejmareke zêde ji wan koçberên Sûrî ne û dibêje, bi gefên Tirkiyê, jiyana wan dikeve metirsiyê.

Tirkiye daxwaza nemana YPGê li herêmên Rojhilatê Firatê û bakurê Sûriyê bi giştî dike, herwiha Enqere dibêje, jibo parastina ewlehiya wî welatî, divê navçeya aram li nav axa Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê bê avakirin.

Amerîka û Tirkiye li ser damezrandina navçeya aram di danûstandinê de ne, lê belê heta niha negihîştine ti rêkeftinekê. Şandeke bilind a leşkerî ya Amerîkayê bi heman mebestê ji doh ve li Enqerê ye.Tirkiye daxwaz dike, kûrahiya navçeya aram 32 km li nav axa Rojavayê Kurdistanê (Sûriyê) be, lê Amerîka li dijî wê yekê ye û herî dawî pêşniyara 5 heta 14 km kiriye.

Li aliyekê din Rêveberiya Xweser red dike, ku heta niha ti rêkeftin li ser navçeya aram hatibe kirin û red jî dike ku Tirkiye di avakirina navçeya aram de xwedî rol be.

Tirkiyê dibêje, eger bi Amerîkayê re li ser naveroka projeya navçeya aram negihîje rêkeftinekê, dê êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Serokomarê Tirkiyê, Erdogan duh Duşemî ragihand, wan ev helwesta xwe ji Amerîkayê re û ji Rûsyayê re jî gotiye.

Tirkiye ji bo ku bikare gefên xwe yên derbarê êrîşkirina ser rojhilatê Firtaê pêk bîne, divê Amerîka lampa kes jê re vêxîne, ji ber ku binkeyên leşkerî yên Amerîkayê li wê herêmê hene.