Rûsya û Ûkrayna ji bo hevdîtina duyem lihev kirin

28 sibat 2022 22:43
Rûsya û Ûkrayna ji bo hevdîtina duyem lihev kirin

PeyamaKurd – Hevdîtina ewilî ya Rûsya û ûkraynayê ya ku îro li Belarûsê kirin qediya. Hevdîtin li dora 6 sietan dewam kir. Her dû heyet ji bo agirbesê wê cara dûyê lihev bicivin.

Di hevdîtinê de Ûkrayna xwest ku artêşa Rûsya ji Kîev, Kirim û Donbasê vekişe.

Heyeta Ûkraynayê bi serpereştiya serokê grûba xizmetkarê xelkê David Arakhamia çû hevdîtina Belarûsê. Pê re wezîrê bergiriyê Aleksiy Reznikov, serşêwirmendê serokkomariya Ûkraynayê Podolyak, cîgirê serokkomar Andriy Kostin, parlementer Rostem Omerov û cîgirê wezîrê karên derve Toçitskiy hebûn.