Rûsya û Tirkiye ji bo ‘herêmeke ewle’ li Idlibê danûstandinê dikin

15 rêbendan 2020 23:29
Rûsya û Tirkiye ji bo ‘herêmeke ewle’ li Idlibê danûstandinê dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku Tirkiye û Rûsya ji bo avakirina “herêmeke ewle” di hundirê Idlibê de danûstandinê dikin daku koçberên Sûriyê bikarin di werza zivistanê de tê de werin bicihkirin.

Akar li Enqerê ji rojnamevanan re da xuyakirin ku tevî sê roj in agirbesta Idlibê hatiye ragihandin jî êrîşên artêşa Sûriyê li ser Idlibê berdewam dikin.

Wezirê Berevaniya Tirkiyê li ser tohmet û tawanbariyên dijî Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê (SMO) ku bixwe ji komên çekdarên girêdayî Tirkiyê pêk tê jî got, “Artêşa Sûriyê ya Niştimanî di bin fermana Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de ye, nabe ew wek terorîst, çete û xerabkar werin binavkirin.”