Rûsya û Tirkiyê bi çavderiya 2 helîkopteran dewriye gerand
20 mijdar 2019 18:25
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro dewriyeyeke din a hevbeş ya polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirkiyê li gundewarê navçeya Dirbêsiyê dest pê kiriye.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, dewriyeya Rûs-Tirk ji gundê Eradî yê 17 km dikeve rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pêkiriye û dewriye ber bi rojava ve çû û herwiha di gundên Aliya û Torat de jî geriya.
Dewriya hevbeş a Rûs-Tirk ku ber bi gundê Tirbê ve çûye, bi 2 helîkopterên şer jî çavderiya wê tê kirin.
Dewriyeyên beriya niha yên Rûs-Tirk ên li nav Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê xelkê deverê ve rastî nerazîbûn û protestoyan hatibûn û di aloziyên derketibûn de hin sivîlan can dabû û hejmarek jî birîndar bûbûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hêzên Rûsya û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê dewriyeya leskerî gerandin
17 hzr 2022
Jiyan
Rûsya û Tirkiyê li Idlibê 15emîn dewriyeya hevbes kirin
04 hzr 2020
Jiyan
MSB: Rûsya û Tirkiyê li Idlibê 14emîn dewriyeya hevbes kirin
02 hzr 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin