Rûsya û NATO hev tehdîd kirin

19 cotmeh 2022 01:24
Rûsya û NATO hev tehdîd kirin

PeyamaKurd – Li ser ku NATO dest bi tetbîqata sîlihên nukleerî kir, Rûsya ket nav tevgerê û wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku balafirên bombardimana stratejik di ser deryayên Beringê û Okhotskê de firiyane. Tetbîqata NATO yê do destpêkiribû. Li ser tetbîqatê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê weha got:

“2 balafirên ku kapasîta wan ya nukleeriye yên Tu-95 MS yên bombardimana stratejîk, di ser deryayên Bering û Okhotskê de firiyan. 2 balafirên menzîla wan dirêj yên fuzeyên stratejîk hildigrin yên Tu-95 MS, di ser Okyanûsa Pasîfîkê de, di avên bêterf de li ser deryayên Bering û Okhotskê firên bi plan pêkanîn.

Balafirên şer yên Rûsyayê bi wan re firiyan û rêhevaltiyê kirin. Fira wan ji 12 sietan zêdetir dewam kir. Balafirên Mig-31 yên nêçîrê Fîloya Pasîfîkê ya deryayî eskortiya wan kirin. Di wexta di firiyan de muretebatê Tu-95 MS ê li hewa benzîna xwe dagirtin.”

Li ser tehdîda Rûsyayê ya ji bo bikaranîna çekên nukleerî li Ûkraynayê, sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg ragihand ku Rûsya çeken nukleerî li Ûkraynayê an li welatekî endamê NATO yê bikarbîne, wê bersiv gelek tund be û ew tehdîdên Rûsyayê dixin hezra xwe.