Ji senatoran nameya cezakirina Tirkiyê: Bedelê nêzîkbûna Rûsya ye!

07 berfanbar 2020 04:06
Ji senatoran nameya cezakirina Tirkiyê: Bedelê nêzîkbûna Rûsya ye!

PeyamaKurd – Senatorên Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham û James Lankford, ji rojnameya Wall Street Journal re bi sernavê; “Bedelê nêzîkbûna Tirkiyê bi Rûsyayê re” nivîsandin.

Di nameyê de senatorên Amerîkî dibêjin, ji ber kirîna S-400ên rûsî pêwîste Trump dorpêçan li ser Tirkiyê bisepîne ku Amerîkayê hevpeymana xwe ya ji 1952yan ve bi kirîna S-400ên rûsî ji dest daye.

Senator di nameyê de balê dikişînin ser ku Amerîkayê destûr dabû Tirkiye 100 heb balafirên F-35 bistîne û 3 salan jî kompaniyên tirk di proseya hilberînê de cî bigirin, lê Enqerê çûye sîstemên S-400ên rûsî ku ji bo xistina F-35an hatine sewirandin kirîye.

Senatorên Amerîkî dibêjin, divê sepandina cezayan bo Tirkiyê di çarçoveya Yasaya CAATSA ya Têkoşîna Dijî Neyarên Amerîka bi rêya dorpêçan de, were cîbicîkirin û ev dê bibe hişyarike vekirî bo Tirkiyê.,

Herwiha di nameyê de senator diyar dikin ku Komarî û Demokratan li ser projeyasaya dorpêçan li hev kiriye.

Li gorî nirxandinan, îhtimala ku Donald Trump budçeyê veto bike heye ku yasaya dorpêçan jî vedihewîna nav xwe. Lê belê heger Trump projeyasayê veto bike, wê dayîna muçeyên karmendên leşkerî jî raweste ku ji ber vê sedemê tê çaverêkirin Trump wê yasaya dorpêçên ser Tirkiyê jî pesend bike.