Rûsya: Tirkiyê kordînat dan, me jî êrîs kir...

13 hezîran 2019 17:07
Rûsya: Tirkiyê kordînat dan, me jî êrîs kir...

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser êrîşa ser xala çavderiyê ya Tirkiyê ku bi topên hawinan êrîş hatibû kirin û 3 leşkerên tirk birîndar bûbûn daxuyanî da.

Di daxuyaniya wezareta rûsî de hat diyarkirin, piştî êrîşa ser xala çavderiyê ya Tirkiyê, Tirkiyê ji wan alîkarî xwestiye û bi kordînatên ku wan dane balafirên Rûsyayê êrîşeke esmanî biriye ser milîtanan.

Li pey daxuyaniyên ragihandin agirbesta Idlibê xala çavderiyê ya Tirkiyê ya li Çiyayê Zawiyahê rastî êrîşa hawanan hatibû û Tirkiyê artêşa Sûriyê bi wê êrîşê tohmetbar kiribû.

Li aliyê din Heyet Tehrîr Şam (El Nûsraya berê) ku piraniya devera Idlibê kontrol dike jî hişyarî dabû Tirkiyê û pirs kiribû bê mebesta Tirkiyê bi wan xalên çavderiyê çi ye û xwestibû Tirkiye helwesta xwe zelal bike.