Rûsya: Têkiliyên me û Çînê gihîstine asteke bilind a "bêhempa"
PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ragihand, têkiliyên di navbera welatê wî û Çînê de gihîştine asteke bilind a "bêhempa".
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Şoygû bi telgrafekê pîrozbahî li Sangfuyê ku wek Wezîrê Wezareta Parastinê ya Çînê hat wezîfedarkirin û General Cang Youshia û General Hi Veydongê ji Artêşa Rizgariya Gel a Çînê ku wek cîgirên serokê komîsyona leşkerî ya navendî ya Çînê hatine destnîşankirin kir.
Di peyamên pîrozbahiyê de hat diyarkirin ku Rûsya û Çîn xwedî sînor û dîrokeke hevpar in, ev daxuyanî hatin dayîn:
"Rûsya û Çîn, dost û hevkarên kevnar in. Dîrok û dostaniya demdirêj a bi sînorên hevpar, gel û welatên me bi hev ve girê daye. Têkiliyên dualî gihîştine asteke bilind a nedîtî û bûne piştgirên domdar ên îstiqrara gerdûnî di nav zêdebûna rageşiyên jeopolîtîk ên li çaraliyê cîhanê de."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin