Rûsya: Em ê têkiliyên xwe yên bi Kurdistanê re bipês bixin

15 îlon 2024 15:24
Rûsya: Em ê têkiliyên xwe yên bi Kurdistanê re bipês bixin

PeyamaKurd - Serokê Komîsyona Têkiliyên Navdewletî ya Dûmaya Rûsyayê Leonid Slutskiy ragihand, Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Rûsyayê girîng in û got ku ew ê berdewam bin li ser pêşxistina têkiliyên xwe bi Barzanî û Hewlêrê re.

Serokê Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya Dûmayê got: "Em ê têkiliyên xwe bi Iraq û Kurdistanê re bidomînin."

Leonid Slutskiy bal kişand ser girîngiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Rûsyayê û wiha axivî: "Em ê berdewam bin li ser pêşxistina têkiliyên xwe. Em her dem di têkiliyê de ne bi Barzanî û Hewlêrê re. Em ê têkiliyên xwe yên siyasî, parlamenterî û aborî bi Bexda û Hewlêrê re pêş bixin."