Rûsya: Pêserojeke ges li hêviya xelkê Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Serok Barzanî spasiya helwesta dostane ya Rûsya û Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn li hember gelê Kurdistanê kir. Cîgirê Wezîrê Uze (enerji)ya Rûsyaya jî got, pêşerojeke geş li benda Herêma Kurdistanê ye.
Li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Pavel Sorokîn Cîgirê Wezîrê Uze(enerji)ya Rûsyaya Federal û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Uzeya Rûsya ji bilî balkişandina li ser wan tehdîdên ku gelê Kurdistanê derbas kiriye xweşhaliya xwe bi Serok Barzanî gihand ku Herêma Kurdistanê ji bilî wan giriftan li pêşketina berdewamdaye û eve jî xisterû ku Herêma Kurdistanê ji bo Rûsya girîngiyeke xwe ya taybet heye û pêşerojeke geş li benda Herêma Kurdistanê ye. Daxwaz jî kir peywendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê li warên neft û uze û teknelojiya nû û warên din de jî berfirehtir bibe.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî helwesta dostaneya Rûsya û Serok Pûtîn kir li beranber gelê Kurdistanê û peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsya bi dîrokî û dostane da zanîn û tekez jî li wê yekê kir ku li hemû waran da piştevaniyê li pêşxistin û berev pêşveçûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin