Rûsya | Operasyona ser Rojava: Em bi Tirkiyê re di pêwendiyê de ne

13 berfanbar 2018 19:41
Rûsya | Operasyona ser Rojava: Em bi Tirkiyê re di pêwendiyê de ne

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê derbarê gefên operasyona Tirkiyê bi ser Rojhilatê Firatê de, daxuyakirin ku ew ji plana operasyonê agahdar in û bi Tirkiyê re di nav pêwendiyê de ne.

Zaxarovayê di civîna heftane ya rojnamevanî de li ser mijarê daxuyakirin ku haya wan ji operasyonê heye ji ber ku Amerîka li wir karên metirsîdar dike û dixwaze dewletekê ava bike û got: "Em bi hemkarên xwe yên tirk re, operasyonên dijî terorê jî di nav de, li ser hemû mijarên Sûriyê di nav danûstandinê de ne.”

Zaxarova herwiha li ser pirsa ‘Gelo Rûsya hêzên Kurd yên li Sûriyê terorîst dibîne yan na?’ got, “Moskow û Enqere di hemû mijaran de ne di heman nêrînê de ne.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha behsa rêkeftina Idlibê ya navbera Rûsya û Tirkiyê jî kir û da zanîn, hinek hewlên xirabkirina wê rêkeftinê hatine dîtin û ji ber wê jî ew rêkeftin li ber hilweşînê ye.