FT: Îhtimala operasyona Tirkiyê ya ser Rojava kêm bûye!
PeyamaKurd – Rojnameya Financial Times (FT) a Amerîkî di gotareke xwe de, bal kişand ser gefên operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kir, li gorî dîplomatên rojavayê îhtimala operasyonê kêm bûye.
Di gotara FTyê de hatiye gotin ku dîplomatên Rojavayî dibêjin, îhtimala operasyonê niha kêm bûye û yek ji sedema wê jî îtirazên Amerîka, Rûsya û Îranê ne.
Herwiha di gotarê de hatiye diyarkirin ku Tirkiye bi biryar e nehêle rêveberiyeke kurdî li sînorên wê hebe û hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wekî gef ji xwe re dibîne.
Digel bertek û nerazîbûnan jî di gotara FTyê de hatiye gotin ku Erdogan dixwaze di demeke ku bala Rûsyayê li ser şerê Ukraynayê ye, operasyonê beriya hilbijartinên Tirkiyê wekî derfetekê bikar bîne û bi kontrolkirina zêdetir axa Sûriyê û herêmên kontrola HSDê re plana xwe ya bicihkirina 3,7 milyon koçberên sûrî bicih werîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin