Rojava | Ji ber êrîsên Tirkiyê elektrîka 366 gundan qut bûye
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên piştî êrîşa 23yê Cotmehê ya Enqereyê bi ser binesaziya Rojavayê Kurdistanê de, li navenda Kobaniyê û 366 gundên wê elektrîk tune ye.
Tirkiyê piştî êrîşa PKKê ya navenda Pîşesaziya Hewayî û Fezayî TUSAŞ a Enqereyê, li Rojavayê Kurdistanê êrîşî santralên elektrîkî, gaz û petrolê, benzînxaneya, nexweşxane, depoyên genim, holên dawetê û navendên tenduristiyê kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ragihand ku ti eleqeya wan bi êrîşa Enqereyê re nîne, lê Tirkiye bi berdewamî êrîşî wan dike.
Mezlûm Ebdî gotiye, "Heta niha 17 kes şehîd ketine, tenê 2 ji wan leşker in. 48 kes jî birîndar bûne ku tenê 9 ji wan leşker in."
Li aliyê din li gorî daxuyaniyên berpirsên Rêveberiye Xweser, Tirkiyê stasyona elektrîkê ya bajarê Kobaniyê yekser kiriye armanc û bi wê re 366 gund û navenda bajêr ji elektrîkê bêpar mane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin