Rûsya: Moskov operasyona plankirî ya Tirkiyê li Sûriyê gaveke nerewa dibîne
PeyamaKurd – Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev li ser gefên Tirkiyê yên pêkanîna operasyoneke leşkerî li Til Rifet û Minbicê axivî û diyar kir, Moskov operasyona plankirî ya Tirkiyê li Sûriyê, gaveke nerewa dibîne û daxwaz ji Enqerê dike ku bi aştiyane pirsgirêkan çareser bike.
Danûstandinên Astanayê yên taybet bi Sûriyê, îro û sibe 15-16ê Hezîranê li Paytexta Kazaxistanê Nur Sultanê birêve diçin. Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê li Sûriyê Alexander Lavrentiev, îro di destpêka danûstandinan de li ser gefên Tirkiyê yên pêkanîna operasyoneke leşkerî li Til Rifet û Minbicê axivî.
Alexander Lavrentiev diyar kir: “Li ber ronîkirina planên Serokomarê Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê li dijî hêzên Kurdî, em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê bibe gaveke neaqilane ku dikare rewşê nearam bike, rageşiyê zêde bike û li vî welatî qonaxeke nû ya rûbirûbûna çekdarî derkeve.”
Lavrentiev eşkere kir, Rûsya di hevdîtinên Astanayê de, wê ji hevkarên Tirk bixwaze ku dest ji vê pêngavê berde û metirsiyên xwe bi rêya diyalogê bi dawî bikin.
Herwiha Lavrentiev destnîşan kir: “Aliyên beşdar wê rewşa “li ser erdê" gotûbêj bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin