Rûsya: Milîtanan ji Idlibê teqe kirin, zarok mirin û birîndar hene
PeyamaKurd - Navenda Lihevkirina Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku duh û îro milîtanan ji herêma Idlibê ya ku ragêşî lê tê kêmkirin, bi roketavêjan teqe kirine ku di encamê zarok hatin kuştin û birîndarkirin.
Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê General Viktor Kupçişin di daxuyaniyekê rojnamevaniyê de ragihand ku duh û îro milîtanan ji herêma Idlibê ya ku ragêşî lê tê kêmkiri,n bi roketavêjan teqe kirine ku di encamê de piraniya wan zarok hatin kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî çavkaniyên herêmî 12 gulanê danê sibehê bi qasî 11 militanan bi 3 moşek êriş pêkanîne.
Moşekek ji wan li malekê ketiye û di encama wê de jinekê canê xwe ji dest daye û 3 zarok jî birîndar bûne. Moşeka din jî li nêzîkî dêra li herêmê ketiye û di encama wê de jî 5 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin