Navçeyeke navbera Efrîn û Idlibê ji aliyê Rûsyayê ve hat bombebarankirin
PeyamaKurd – Rûsyayê bi balafirên şer, navbera bajarokê Cindirêsê ya herêma Efrînê, bajarokê Qahê li bakurê Idlibê û nêzîkî sînorê Tirkiyê bombebaran kirin.
Li gor çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê diyar kiriye, balafirên Rûsyayê çend dever li navçeyê bombebaran kirine, ji wan deveran, navçeya di navbera Cindirêsê û Qahê de.
Çavkanî daye zanîn, balafirên şer ên Rûsyayê gundekî nêzîkî bajarokê Tirmanîn jî li rojavayê Helebê bombebaran kirine.
Li gor hinek zanyariyan, balafirên Rûsî pêgehên Firqeya 23 a ser bi Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê ya girêdayî Tirkiyê ve kirine armanc.
Derbarê zerarên di encama bombebarankirina wan navçeyan de ti agahiyeke zelal nehatiye belavkirin.
Rûsya di wan demên dawî de, pêgehên komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve yên li herêma Efrînê jî dike armanc.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin