Rûsya li Sûriyê navendên perwerdeya rûsî vedike

08 sibat 2019 17:27
Rûsya li Sûriyê navendên perwerdeya rûsî vedike

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê Rûsya ji bo fêrkirina rûsî li Sûriyê navendên perwerdehiyê ava bike.

Li gor nûçeya Ajansa Riya Novostî ya Rûsî ku dispêre Berdevkê Wezareta Perwerde û Fêrkirina Rûsî Stanîslaf Xabonînko, dê tora navendên fêrkirina zimanê Rûsî li Sûriyê di navbera salên 2019 û 2025an de bên vekirin.

Herwiha hat diyarkirin ku dê bi rêkeftinekê ligel rêjîma Esed di sala 2019 û 2021ê de xwendina zimanê Rûsî  li dibistanên Sûriyê dest pê bike.

Hêjayî gotinê ye hikûmeta Sûriyê di sala 2015 û 2016an de, zimanê Rûsî jî kiriye wekî zimanekî fermî yê perwerdeyê.