Rûsya li ser operasyona Rojava: Em hêvîdar in ku Enqere xwe dûrî wan karan bixe
PeyamaKurd – Hikûmeta Rûsyayê bi daxuyaniyekê daxwaz kir, Tirkiye operasyonê li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin desthilata HSDê de neke.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova do bi daxuyaniyekê da zanîn: “Em hêvîdar in ku Enqere xwe dûrî wan karan bixe, dibe ku bibin sedema têkçûneke metirsîdar a wê rewşa hestyar û zehmet ku niha li Sûriyê heye.”
Maria Zakharova eşkere kir: “Tevgereke bi vî awayî, bê razîbûna hikûmeta rewa ya komara Erebî ya Sûriyê, dibe binpêkirineke rasterast ji bo serwerî û yekîtiya axa Sûriyê û dibe sedema zêdebûna aloziyan li Sûriyê.”
Herwiha Maria Zakharova eşkere kir: “Em ji dilgiraniya Tirkiyê derbarê gefa li ser asayîşa wê ya niştîmanî tê digihên ku li navçeyên sînorî li gel Sûriyê hev digirin lê bi nerîna Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ev prisgirêk tenê di demekê de çareser dibe ew dema artêşa Sûriyê li navçeyê belav bibe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin