Rûsya li ser biryara Lîtvanya ya qedexekirina derbasbûna hin kelûpelan: Bêmînak e

21 hezîran 2022 09:58
Rûsya li ser biryara Lîtvanya ya qedexekirina derbasbûna hin kelûpelan: Bêmînak e

PeyamaKurd – Rûsyayê biryara Lîtvanya ya qedexekirina derbasbûna hin kelûpelan ji bo herêma Kaliningrad ya Rûsya, bi tundî rexne kir û got: “Ev binpêkirina her tiştî ye.”

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov biryara Lîtvanya wek "bêmînak" bi nav kir û da zanîn ku ev binpêkirina her tiştî ye.

Peskov eşkere kir, Kremlîn biryara Lîtvanya mîna biryareke dijqanûnî dinirxîne û got: “Em vê dijqanûnî dinirxînin. Rewş ji cidî wêdetir e. Ji bo ku em bersiva xwe bidin, pêdiviya analîzeke kûr a cidî heye.”