Rûsya ji Tirkiyê dixwaze ku ji Sûriyê derkeve!

13 tebax 2018 12:22
Rûsya ji Tirkiyê dixwaze ku ji Sûriyê derkeve!

PeyamaKurd- Nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Orhan Bursali bi ser navê “Sûriye û Idlib: Aliyê qeyranê yê dî, wê hilweşandinê bi dawî bike?” nivîsek weşand û got ku wilo xuya dike ku Tirkiye teqiniye.

Bursali wiha got: Rejîma Esed ji axên ku winda kiribûn, ji %75ê wê dîsa standin. Îran û Rûsya jî Esed destek dikin. Lê belê di nava vê toz û talazê de dibe ku me tiştek nedîtibe: Çînê jî got ku heke Esed bixwaze em dikarim ji bo alikariyê, leşkeran jêre rêkim.”

Bursali wiha berdewam kir: “Van hefteyên dawî ev geşedan çêbûn: “Artêşa Sûriyê hate ber Idlibê. Êdî Sûriye gav bi gav axa xwe azad dike. Hatine heta keviya Idibê. Rûsyayê jî ji Tirkiyê xwest ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne.”