Rûsya ji bo welat terk bikin 5 roj wext da 45 dîlomatên Polonyayê

08 nîsan 2022 22:51
Rûsya ji bo welat terk bikin 5 roj wext da 45 dîlomatên Polonyayê

PeyamaKurd – Rûsya bersiva Polonyayê da. Rûsya 5 roj wext da 45 dîplomatên Polonyayê ku Rûsyayê terk bikin. Di nav dîplomatan de konsolos jî hene. Wezareta karên derve ya Rûsyayê bangî serkonsulê Polonyayê yê Moskovayê Krzysztof Krajewski kir û biryara xwe ragihand.

Wezareta karên derve ya Polonyayê di 23 yê adarê de 45 dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derxistibû.