Rûsya: Em dê êrîş li keştiyên Ewropayê bikin
Rûsyayê ragihand ku ew ê êrîş li keştiyên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bikin.
RûpelNews - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya Weşana Televîzyon û Radyoyê ya Dewleta Rûsyayê de li ser mijarên rojevê daxuyanî dan.
Derbarê biryara Yekîtiya Ewropayê (YE)yê ya ji bo teftîşkirina keştiyên bazirganî yên Rûsyayê de, Lavrov diyar kir ku Brûksel hewl dide ku şiyana Rûsyayê ya bidestxistina dahatê li bazarên cîhanî sînordar bike.
Lavrov gefa êrîşê li ser keştiyên Ewropayê xwar û wiha got:
"Hemû keştiyên ku rêzikên YEyê naşopînin, wekî beşek ji 'fîloya sîber' tên îlankirin. Ev tevgereke pir xeternak e, ji ber ku ew (Ewropî) îdia dikin ku biryarên wan bi ser hiqûqa navneteweyî re pêşî digirin. Destûr hatiye dayîn ku keştiyan rawestînin, barên wan desteser bikin û bifroşin, û dahatê ji bo xurtkirina rejîma nazî ji Ukraynayê re bişînin. Em ê bi xwe hedefan diyar bikin. Keştiyên ku di berjewendiyên welatên ku korsanî û diziyê wekî polîtîkayeke fermî ragihandine de dixebitin, dê bibin armanc."
