Rûsya: Em nehatine agahdarkirin, lê em rewsê ji nêzîk ve disopînin

08 cotmeh 2019 17:58
Rûsya: Em nehatine agahdarkirin, lê em rewsê ji nêzîk ve disopînin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitrî Peskov ku di daxuyaniyên xwe yên berê de, bi sedema dabînkirina ewlekariya sînoran piştgirî dabû Tirkiyê îro jî bi daxuyaniyeke din ragihand ku ew hay ji operasyona Tirkiyê nîn in û nizanin bê ka hêzên Amerîkayê vekişiyane yan na.

Peskov got ‘Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin’ û  da zanîn, ew beriya operasyonê ji aliyê Washington û Enqerê ve nehatine agahdarkirin.

Kremlînê doh jî ragihandibû ku ew hêvî dikin Tirkiye li gorî sozên xwe yên parastina yekparçeyiya siyasî û erdî ya Sûriyê tevbigere.