Rûsya: Em ê sîlihên xwe zêde bikin

04 berfanbar 2018 22:50
Rûsya: Em ê sîlihên xwe zêde bikin

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku ger Amerîka ji peymana bêçekbûnê vekişe, wê dewam bikin û çekên xwe zêde bikin.

Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li hemberê ku Amerîka ji peymana hêzên nukleerî ya mezîlên wan navçe vekişe, wê Rûsya li hemberê wê vekişînê difikire ku şiyanên artêşa xwe yên şer bipêş de bibe. Şoygu di axaftina xwe de dewam kir û got meha borî li Soçiyê bi serokê Rûsyayê bi Putin re, bi wezareta bergiriyê re û bi rêvebirên sanayiya bergiriyê re, heya sala 2027an wê bernameya çekdarkirinê çawa bikin li serê axifîne.

Serokê Amerîkayê Trump jî di vê mijarê de weha got: “Terefê ku di nava peymanê de ma em bûn. Me rêz li peymanê girt lê mixabin Rûsya rêz li peymanê negirt. Bi vê sedemê em ê peymanê fesix bikin û jê vekişin.”

Peyman, di sala 1987an de li Washingtonê hatibû îmzekirin. Her dû dewlet fuzeyên ku menzîlên wan di navbera 300-3400 mîlan de bin û ji bejayiyê bo bejayiyê bên avêtin, çêkirina wan û ceribandina wan qedexe dike.