Rûsya dixwaze Sûriyê ava bike

06 hezîran 2018 17:23
Rûsya dixwaze Sûriyê ava bike

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, xwest ku di avakirina Sûriyê de, ‘Civaka Dewletên Serbixwe’ cîh bigre. Ragihandin di dema wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Şoygu, li payîtext Qizilê ya komara Tûvayê, di civîna wezîrên bergiriyê yên ‘Civaka Dewletên Serbixwe’ de bû, ragihand.

Şoygu got ku piraniya axa Sûriyê ji mîlîtanan hatiye paqijkirin û terorîstên ku mane, bo sîlihên xwe deynin, bi wan re hevdîtin dewam dikin. Şoyru ragihand ku plana terorîstan ya xelîfetîyê hatiye berterefkirin. Wext hatiye ku Sûriyeka yek dewlet û mijarên wê yên siyasî çareserkirî, bê vejandin.

Şoyru xwest ku ‘Civaka Dewletên Serbixwe’ tevli avakirina Sûriyê bibe û weha dewam kir:

“ Gelek aşkeraye ku asayîş bi xebata hevkar çêdibe. Ez di vê mijarê de, bo jiyaneka bi aşîtî bi hevre li Sûriyê bê danîn, ji were pêşniyekî dikim. Mirov dikare li Sûriyê hevakiryeka berfireh bike. ‘Civaka Dewletên Serbixwe’ dake mayînan paqij bike, dewriya kontrola herêmên aram bike, alîkariya mirovahî bike û di mijara avakirina bingehan de, ez pêşniyar dikim ku em bi hevre bixebitin.”

Bo danîna pêwendiyên navbera welatên Sovyeta berê de, di sala 1991an de ‘Civaka Dewletên Serbixwe’ hat danîn û di nava wan de; Azerbaycan, Belarûs, Ermenistan, Kazakistan, Kirgizîstan, Moldova, Özbekistan, Rûsya û Tacikistan hene.