Rûsya: Divê Îsraîl êrîseke ser binesaziya nukleerî ya Îranê qet neyîne bîra xwe
17 cotmeh 2024 22:38
PeyamaKurd – Li demeke ku Îsraîlê plana êrîşeke tund a bersivdanê bo Îranê dike, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov, hişyarî da Îsraîlê ku êrîşî ser binesaziya nukleerî ya Îranê neke.
Ryabkov got: “Me gelek caran hişyarî daye Îsraîlê qet îhtimala êrîşkirina ser binesaziya nukleerî ya Îranê neyîne bîra xwe jî. Em hîn jî hişyariyê didin. Ev geşedaneke felaketê ye û tê wateya piştguhkirina ewlehiya hemû prensîbên nukleerî.”
Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê piştî êrîşa moşekên balîstîk a Îranê ku 1ê Cotmehê bi ser Tel Avîvê de kiribû, biryar daye êrîşeke tund li ser Îranê bike û yek ji bijardeyan jî binesaziya nukleerî ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Barrack: Divê Lubnan bi Îsraîlê re li ser Hizbullahê gotûbêj bike
05 brf 2025
Teknoloji
ANALÎZ | 'Divê Washington Rûsya û Çînê ji hev dûr bixe!'
20 îln 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin