Rûsya deriyê peydakirina endamên nû ji bo BRICS digire
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku niha nîqaşên li ser beşdarbûna gelek welatan di nav wan de Tirkiye di BRICSê de dewam dikin.
Lavrov diyar kir ku "hemû welatên endamên BRICS'ê yên heyî difikirin ku êdî ne pêkan e endamên nû qebûl bikin."
Lavrov diyar kir ku di lûtkeya BRICSê ya ku di navbera 22-24ê Cotmeha 2024an da li Kazanê tê lidarxistin, der barê welatên hevkarên nû da hin pêşniyar dê bên pêşkêşkirin û got ku zêdetirî 20 welat dixwazin bibin şirîkên BRICSê û nêzî 10 welat jî dixwazin têkiliyên xwe bidomînin.
Kremlînê beriya niha jî nûçeya ku Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICS ku weke alternatîfa saziyên Rojava tê dîtin, serlêdan kiriye piştrast kiribû.
Li aliyê din Lavrov diyar kir ku mafê Tirkiyeyê ye ku li hemberî balafirên F-35 ên Amerîkayê pergala parastina hewayî ya S-400 bifiroşe welatên din, lê divê ji bo vê yekê erêkirina Rûsyayê werbigire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin