Rûsya bangî balyozê Fransayê kir da here wezareta karên derve

13 nîsan 2024 01:00
Rûsya bangî balyozê Fransayê kir da here wezareta karên derve

PeyamaKurd – Rûsya li ser gotina wezîrê karên derve yê Fransayê Stephane Sejourne ku gotibû ti fêde tine bi Moskovayê re hevdîtinan bikin, bangî balyozê Fransayê yê Moskovayê Pierre Levy kir da here wezareta karên derve ya Rûsyayê.

Gotina wezîrê karên derve di navbera her dû dewletan de bû sedema krîzekî dinê. Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku gotinên Sejourne ne yên qebûlkirinêne û ti têkiliya gotinên wî bi rastiyê re tine ne.

Rûsyayê gotina wezîrê Fransiz weke ‘bi zanîn û bi qesd’ gotiye binav kir û got dibe bibe sedema qelsbûna diyaloga navbera her dû welatan.