Rûsya: 30 kestiyên ser ketin nav Derya Res
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku ji 30 yî zêdetir keştiyên şer, ji bo tetbîqatê ketine Derya Reş. Wezaret weha got:
“Ji 30 yî zêdetir keştiyên şer ji bo tetbîqata ku li Derya Reş hatiye plankirin, ji lîmanên Sivastopol û Novorossiysk ketine Derya Reş.”
Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê di 20 ê meha borî de ragihandibû ku wê hêzên deryayî yên Rûsyayê, di meha 1 û 2 ê sala 2022 an de, li wan deverên ku ji wan berpirse, wê rêzetetbîqatan bike.
Li gor ragihandina wê wextê; gotibû ku wê 140 keştî,60 balafir û 10 hezar leşker tevli tetbîqatan bibin.
Do Amerîkayê ragihandibû ku 4 keştiyên şer ji bo herin Derya Reş ketine rê. Îspanya ragihandibû ku wê 2 keştî bişîne û Îngîltere di nava madekariyê de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin