Rûnistina duyem a Doza Kobanî îro bi rê ve diçe
PeyamaKurd – Rûniştina duyem a Doza Kobanî îro li Enqerê bi rê ve diçe. Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî di nav de, 108 siyasetmedar di dozê de tên dadgehkirin.
Li Enqereyê îro duyemîn rûniştina Doza Kobanî di 22emîn Dadgeha Sizayên Giran de bi rê ve diçe. Di dozê de Hevserokên HDPê Selehadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 108 endam û rêveberên HDPê û KCKê tên dadgehkirin. Ji ber dozê jî 28 kes girtî ne.
Doza Kobanî, di nav kampusa Zîndana Sîncanê de bi rê ve diçe û berpirsên Yekîtiya Ewropa û balyoz û nûnertiyên Yekîtiya Ewropa jî dozê ji nêz ve dişopînin.
Bi sedan parêzer ji baroyên Diyarbekir, Riha, Wan, Mêrdîn, Mûş û Îzmîrê di dozê ed cih digrin.
Dozgerê Komarê ji bo Selahedîn Demîrtaş û Fîgeh Yuksekdag, 37 caran sizayên hetahetayî ji ber kuştina 37 kesan dixwaze, herwiha bi hezaran sal jî sizayên zîndankirinê ji ber tawanên din dixwaze.
Her çend Dadgeha Mafên Mirov ya Yekîtiya Ewropayê biryara azadkirina Selahedîn Demîrtaş dabe jî, Tirkiye bi hincetên cuda wê biryarê cîbicî nake.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin