Sanda Îsraîlê ji bo qonaxa duyem a agirbestê diçe Dohayê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şanda Îsraîlê ji bo qona duyem a agirbesta Xezeyê ku ji sê qonaxan pêk tê û di qonaxa yekem de pevguhertina dîlan hatibû kirin, serdana paytexta Qeter Dohayê dike.
Hate ragihandin ku şanda îsraîlî îşev derbasî Dohayê û dibe dê ligel navbeynkaran bi Hemasê re dest bi danûstandina qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê bike.
Agirbesta Xezeyê 19ê Çile dest pê kiribû. Hemasê 3yê Sibatê jî ragihandibû ku ew ji bo hevdîtinên qonaxa duyem a agirbestê amade de.
Di qonaxa yekem a agirbestê de ji 100 rehîneyên îsraîlî 33 hatibûn berdan û Îsraîlê jî bi sedan girtiyên filîstînî ji girtîgehan berdabûn. Di qonaxa duyem de biryar e hemû dîlên îsraîlî bêne berdan û Îsraîl jî ji Xezeyê hêzên xwe vekişîne.
Di qonaxa sêyem de jî tê çaverêkirin ku hemû girtî û dîlên herdu aliyan ligel cenazeyên aliyan bêne radestikirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin