Rûhanî: Me li Vîyenayê li ser rakirina cezayên bi ser Îranê de li hev kir
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku di hevdîtinên Vîyenayê yên bo Peymana Atomî de, wan ligel welatên beşdar di prensîbê de li hev kiriye ku cezayên ser Îranê bên rakirin.
Li gorî nûçeya Jeruselam Post a Îsraîlî, Hesen Rûhanî îro 20ê Gulanê da xuyakirin ku welatên beşdarî civînên Vîyenayê bûne li ser rakirina cezayên bi ser Îranê de hatine sepandin li hev kirine.
Rûhanî di şahiyeke li Îranê de gotiye: "Me gaveke mezin avêt û lihevkirineke di prensîbê de pêk hat.”
Rûhanî herwiha îdia kir, tevî ku ceza bûn sedema pirsgirêkên mezin li ser aboriya Îranê, lê dîsa jî geşedana aboriya Îranê ranewestiyaye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin