Rûhanî: “Ewropa Rûsya û Çînê soz dane me”

07 tebax 2018 00:20
Rûhanî: “Ewropa Rûsya û Çînê soz dane me”

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand: "Trump dixwaze bandorê li ser raya giştî ya Amerîkayê çêke û li Îranê jî tevliheviyê çêke. Di kêliya ambargoyan de tu maneya muzakereyan tuneye."

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo ambargoya Amerîkayê li ser welatê wî got: "Esil ambargo wê 3 mehên din dest pê bike. Ewropa, Rûsya û Çînê soz dan me ku li hemberî ambargoyan bisekinin."

Rûhanî, di qenala televizyonê ya dewleta Îranê de axivî û li ser ambargoya Amerîkayê nirxandin kirin.

Serokkomarê Îranê, li ser pêşniyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump a hevdîtinê got: "Trump dixwaze bandorê li ser raya giştî ya Amerîkayê çêke û li Îranê jî tevliheviyê çêke. Di kêliya ambargoyan de tu maneya muzakereyan tuneye. Ji bo muzakereyan şertê me ew e ku aliyê muqabil sedaqeta xwe isbat bike û vegere sozên di peymana nukleerî de. Ji bo hevdîtinê tu şertên me tunene."

Herwiha bal kişand ser ehemmiyeta piştgiriya dewletên dinyayê û wiha dewam kir:

"Esil ambargo wê 3 mehên din dest pê bike. Ewropa, Rûsya û Çînê soz dan me ku li hemberî ambargoyan bisekinin. Şirîkên me yên Ewropayî û welatên din tiştê ji destê wan hat kirin, lê em li benda gavên berbiçav in."