Ji Koska Spî serdaneke payebilind bo Çînê

27 tebax 2024 22:37
Ji Koska Spî serdaneke payebilind bo Çînê

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî yê Koşka Spî ya Amerîkayê Jake Sullivan, bi serdaneke fermî gihîşt Pekîn a paytexta Çînê.

Sullivan, di çarçoveya serdanê de li Pekînê bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi re civiya.

Beriya hevdîtina ji medyayê re girtî, Sullivan û Yi bal kişandin ser bandora Çîn û Amerîkayê li tevaya cîhanê û ragihandin, ew hêvî dikin pêwendiyên herdu welatan bigihin awayekî îstiqrarî, tenduristî û berdewamîyê ku pêwendiyên herdu aliyan xwedî veguherînên krîtîk in.

Sullivan got, "Serok Biden di hevdîtina ligel Xi de bi awayekî eşkere biryardariya xwe ya bo berpirsiyartiya li ser girîngiya pêwendiyên herdu welatan destnîşan kiribû.”

Hêjayî gotinê ye, ji Gulana 2023yan ve ji bo zindîkirina têkiliyên Amerîka û Çînê dîyaloga dîplomatîk ji nû ve hatibû destpêkirin.