Rûhanî di mijara petrolê de ragihand
PeyamaKurd- Serokê Îranê Hesen Rûhanî di mijara petrolê de daxwiyanekî da û got ku firotina petrolê ya welatê wan weka dixwazin dewam dike.Rûhanî piştî civîna encumena wezîran li Tehranê weha got:
" Firotina me ya petrolê weka ku me dixwest dewam dike. Tenê hinek problemên me yên biçûk hene. Em dikarin wan jî helbikin. Wê Amerîka nikaribe bibe astêngê firotina me ya xaz û petrolê bo firotina welatên derve.”
Rûhanî di dewama axaftina xwe de got ku ji bilî firotina wan ya petrolê, di nava 9 mehan de firotina wan ya tiştên dinan bo derve 750 mîlyon dolar zêdetir bûye û bo aboriya wan hêviyeka baş dide.
Rûhanî rexnê li seredana serokê Amerîkayê bo Iraqê jî rexne kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin