Rûhanî derbarê rewsa aborî de parlamento îqna nekir
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê pirsgirêkên aboriya welêt de parlamenterê Îranî qanî nekirin. Li ser vê parlamenteran mijar sewqî mehkemeyê kir.
Li gor agahiyan, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li meclisê derbarê bêkariyê, rewşa aboriyê ya nediyar, qaçaxtî û krîza dowîzê de bersiva 5 pirsan da.
Rûhanî diyar kir, ku sedema pirsgirêkên aboriyê mueyîdeyên Amerîkayê yên nû ne.
Herwiha Rûhanî destnîşan kir, ku divê ew hêviyê bidin welatiyên xwe û wiha dewam kir: "Divê em dev ji vê nerîna neyînî berdin."
Piştî bersivên Rûhanî li meclîsê dengdayinek hat kirin.
Di encamê da derket holê ku parlamenter ji bilî mijara banqevaniyê ji daxuyaniyên Rûhanî îqna nebûne.
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand parlementeran mijarên ku pêbawernebûne şandine mehkemeyê.
Mehkemeya bilind li ser mijarên ku parlamenter îkna nebûne wê lêkolînê bike û piştra wê dîsa bişîne meclisê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin