Di derbarê rewsa awarte ya Lubnanê de asayisa NY dicive

10 tebax 2020 15:38
Di derbarê rewsa awarte ya Lubnanê de asayisa NY dicive

PeyamaKurd - Di derbarê teqîna Beyrûdê de, îro Encûmena Asayişa Navdewletî li New Yorkê civîneke neasayî li dar dixe. Civîn di çarçoveya çareserkirina rewşa awarte ya li Lubnanê de ye.

Teqînên roja 4ê Tebaxê li Beyrûdê, herî zêde ziyanên mirovî û madî, krîza siyasî û aborî ya wî welatî kûrtir kir.

Ji ber teqînên roja 4ê Teaxê li Beyrûdê, nêzîkî 160 kesan can dan, zêdeyî 6 hezar kesan jî birîndar bûn û nêzîkî 20 kes jî wendayî mane.

Ziyanên madî yên teqînan, li derdora 10 milyar heta 15 milyar dolarî têne texmînkirin, herwiha bêhtirî 300 hezar kes jî bê mal mane.

Teqînên li Beyrûdê, rewşa siyasî ya Lubnanê jî aloz kir. Xwepêşandan li dijî hikûmetê û berpris û serkirdeyên welat dest pê kiriye û her ku diçe berfirehtir dibe.

Li ser daxwaza Serokê Fransayê û bi serpereştiya Fransayê û Neteweyên Yekgirtî, roja Yekşemê 9ê Tebaxê konfranseke taybet ji bo alîkariya Lubnanê hat lidarxsitin û bi dehan serkirdeyên cîhanê beşdar bûn û herwiha welatên beşdar bûn soz dan ku di çavdêriya Netewên Yekgirtî de alîkariyan kom bikin.

Hikûmeta Fransayê di vê civînê de bi rêya videokonferansê soz da ku 253 milyon Euro alîkarî pêşkêşî Lubnanê bike.

Neteweyên Yekgirtî dibêje, ew alîkariyên ku hatine dabînkirin ne di asta krîzê de ne.

Li gor Ferhan Heq Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, têkçûna Bendera Beyrûdê, karesateke din li pey xwe aniye, ew jî kêmbûna xorak û derman e.