Rûhanî: Amerîkayê ji bo lêborînxwestinê firsendeke dîrokî ji dest da

01 nîsan 2020 21:37
Rûhanî: Amerîkayê ji bo lêborînxwestinê firsendeke dîrokî ji dest da

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî got, Amerîkayê di heyama belavbûna vîrusa koronayê de, bi berdewamkirina dorpêçên ser Îranê, firsendeke dîrokî ya lêborînxwestinê ji dest daye.

Li gorî nûçeya Reutersê Rûhanî di civîna kabîneya xwe de axivî û diyar kir ku dorpêç û ambargoyên li ser Îranê zirar nedaye têkoşîna wan a li dijî vîrusa koronayê.

Rûhanî got, “Ev ji bo lêborînxwestina Amerîkîyan a ji bo rakirina dorpêçên neheqî firsendeke mezin bû.”