Balyoza nû ya Amerîkayê: Ez kêfxwes im ku li ser kelha ciwan û dîrokî ya li Hewlêrê me

22 hezîran 2022 13:11
Balyoza nû ya Amerîkayê: Ez kêfxwes im ku li ser kelha ciwan û dîrokî ya li Hewlêrê me

PeyamaKurd – Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski peyameke vîdeoyî belav kir û got: “Ez kêfxweş im ku li ser kelha ciwan û dîrokî ya li Hewlêrê me.”

Alina Romanowski diyar kir: “Min gelek çîrokên nuwaze li ser Herêma we ya ciwan bîhistiye, di heman demê de jî hûn xwedî çanda pirreng û dewlemend in.”

Herwiha Romanowski eşkere kir: “Ez li hember germî û giyanê mêvandostiya we mat mam, bi kêfxweşî lê dinêrim ku ji nêzîk ve we bibînim û serdana hemû deverên we bikim.”

Di berdewamiyê de Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê destxweşî li gelê Kurdistanê kir û pesnê giyanê dîrokî yê hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane ya gelê Kurd da.

Alina Romanowski destnîşan kir: “Bi rêya hevahengî û gelek hevbeşiyên navbera me, ji bo pêşvebirina asayîş û aboriyeke bihêztir, ez ê bixebitim.”

Di peyama xwe de Romanowski got: “Amerîka û Herêma Kurdistanê bi hev re baştir in û ev jî dê berdewam be.”

Herî dawî Balyoza Amerîkayê bi zimanê Kurdî spasî kir.