Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê: Wê ciwanên Misirê hevahengiya me ya stratejîk pês bixe
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, serdana Qahîre, paytexta Misirê kir.
Blinken li Zanîngeha Amerîkî ya li Qahîreyê bi ciwanên Misirê re civiya.
Blinken di civînek çapemeniyê de diyar kir, ji sedî 60ê nifûsa Misirê ji ciwanan pêk tê, "Wê ciwanên Misirê, hevahengiya me ya stratejîk pêş bixe."
Herwiha Blinken da zanîn, ji ber ku di navbera Misir û Amerîkayê de hevkariyên stratejîk ên taybetî û têkiliyên dualî hene, wî daxwaz kir ku serdana xwe ya Rojhilata Navîn ji Misrê destpê bike.
Herî dawî Blinken bi hevpîşeyê xwe yê Misirê Samih Şukri re civiya û tê payîn ku geşedanên dawî li Filistîn û Lîbyayê binirxînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin