Rosnefta Rûsî peymana 30 milyar dolaran a bi Îranê re betal kir

13 berfanbar 2018 23:15
Rosnefta Rûsî peymana 30 milyar dolaran a bi Îranê re betal kir

PeyamaKurd - Kompaniya enerjî û gazê Rosneft a Rûsî yek ji kompaniya petrolê ya herî mezin e li Rûsya û Cîhanê, peymana 30 milyar dolaran a bi Îranê re betal kir.

Ajansa Sputnik a Rûsî ragihand, Rosneftê girêbesta petrolê ya 30 milyar dolaran a bi Îranê betal kiriye.

Ev biryara Rosneftê piştî destpêkirina dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê tê ku Rûsyayê her çiqas dorpêçên ser Îranê napejirîne jî neçar dibe wan dorpêçan bicih werîne.