Rojnameya Bild: Erdogan bi zanebûn li dijî Amerîkayê radibe
16 hezîran 2019 13:25
PeyamaKurd – Rojnameya Bild a almanî îdia kir, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi daxuyaniyên xwe yên ku rêkeftina pergalên S-400an bi awayekî nihayî encam daye re bi zanebûn li dijî Amerîkayê radibe.
Di nûçeyê de tê gotin ku Erdogan gotiye: “Êdî nabêjim dê Tirkiye S-400an bikire, lewra kiriye. Me ev kar qedand.”
Bild dide zanîn ku rêveberiya Enqerê ev demeke dirêje ligel dijderketina Amerîkayê jî biryara kirîna S-400an daye û diyar dike, tevî hêrsbûna Amerîkayê jî Erdogan rêkeftin îmze kiriye.
Rojnameya Bild bi bîr dixe ku Pentagonê perwerdeya pîlotên F-35an rawestandiye û tirsa Amerîkayê ew e ku pergala rûsî ya S-400an agahiyên nepen ên balafirên F-35an berhav bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rojnameya Bild: Erdogan ji dorpêçên ser Pûtîn sûdê werdigire!
31 rbn 2023
Cîhan
El Weten: Esed ne li dijî hevdîtina Erdogan e, pirsgirêk naveroka wê ye!
21 trm 2024
Teknoloji
Bild: “Gelo Erdogan niha Supermen e?”
14 trm 2023
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin