Rojhilat | Du keçên ku dixwestin wan bi zorê bidin mêr xwe kustin

22 hezîran 2020 18:56
Rojhilat | Du keçên ku dixwestin wan bi zorê bidin mêr xwe kustin

PeyamaKurd - Li bajarên Urmiye û Kirmaşan yên Rojhilatê Kurdistanê, 2 keçên ku malabatên wan dixwestin wan bi zorê bizewicînin xwe kuştin.

Li gorî ragihandina malpera mafên mirovan a Hengawê, roja 19 Hezîranê li bajarê Kirmaşanê keçeke kurd bi navê Şirîn Kemerî (17 salî) xwe kuşt.

Hat zanîn ku ew keça kurd, ji ber ku malbata wê dixwest wê bi zorê bide zewicandin bi tivingê xwe kuştiye.

Herwiha li gundê Kanî Destar ê devera Mirgever ya Urmiyê jî keçek kurd bi navê Şilêr Berzencî (28 salî) ji ber heman sedemê xwe kuştiye ku malbata Şilêr dixwest wê bidin kesekî ku jê hez nedikir, ji ber wê jî agir berdaye bedena xwe û xwe şewitandiye.