Rojava: TSKê gelek herêm dan ber bombeyan!

20 cotmeh 2023 19:30
Rojava: TSKê gelek herêm dan ber bombeyan!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) herêmên Til Rifat, Şehba û Zirganê yên Rojava bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku vê sibehê sibehê TSKê, bajarokê Til Rifat, gundê Şealê yê navçeya Şehbayê û derdora gundê Şewarka yê navçeya Şera dan ber topan.

Hat diyarkirin ku di encama bombebaranê de gelek ziyanên madî çêbûne.

Her wiha ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat ragihandin ku TSKê, 5 gundên navçeya Zirgan a Serêkaniyê bombebaran kirine û êrîşên bombeyî ji vê sibehê ve dest pê kirine.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, gundên Xedrawî, Mişêrfe, Rabîat, Esadiye û Bubiye yên Zirganê bûne armanca topên hêzên Tirk û hat zanîn ku di malên gundiyan de xisar çêbûne.

Hat diyarkirin ku ev herêmên navborî yên hatine bombekirin, di bin kontrola Hêzên Suriyeya Demokratîk de ne.